H’emû nûçeSereke

“Ev yek dijî t’u kesî nîne”:P’arvanyan derheqa t’e’lîmên ermenîya-r’ûsada gotîye

Meremê t’e’lîmên ermenîya-r’ûsaye t’evayî ewe, ku bin fermandarîkêda k’ar bikin.Derheqa wê yekêda fermandarê k’oma t’evayî, gênêral Tîgran P’arvanyan gotîye, wextê ku ewî li cîyê t’e’lîmaye “Elegez”-ê derheqa t’e’lîmên ” Kavkaz- 2O2O”-da gotîye. “Hêzên ermenîya-r’ûsaye sînorxweykir jî t’evî van t’e’lîma dibin.Êtapa agirkirina îro ser hevda hat, lê t’e’lîm wê h’etanî 26-ê îlonê berdewambin”,-ewî gotîye.Anegorî ssênarê, dijmin sînor t’er’ibandîye û k’etîye têrîtorîya ermenî. K’oma ermenîya-r’ûsaye t’evayî ew paşda dane û kontrola li ser sînorê dewletê dane dasekinandinê. Wextê t’e’lîma usa jî ssênarên başqe hatine mîyaserkirinê.Gênêral gotîye, wekî ew ji t’e’lîma r’azîye. Bi gotina wî, piştî t’e’lîma merivên anegor wê bêne xelatkirinê.Çawa caba wê pirsê, ku gelo ew t’e’lîm dijî k’êne, P’arvanyan gotîye: “Eva mîyaserkirina bernama meye, ya ku me destpêka salê t’evî okrûga leşkerîye Başûr hazir kirîye.Anegorî wê bernamê em pêşda dilivin.Ev yek gerekê me meha nîsanê jî bikira, lê r’ûê koronavîrûsêda me ew yek nekir.Eva cara e’wlin nîne û em salê du-sê cara wan t’e’lîma derbaz dikin.Ev t’e’lîm dijî t’u kesî nîne. Em şuxulê xwe dikin”,-P’arvanyan gotîye.T’e’lîmên “Kavkaz- 2O2O” ji 21-ê h’etanî 26-ê îlonê li ser têrîtorîya Ermenîstanê, li be’h’ra Kaspîyê, bi serk’arîya Valêrî Gêrasîmov, derbaz dibin. T’evî van t’e’lîma dibin nêzîkî 😯 h’ezar meriv, usa jî nêzîkî h’ezar leşkerên ji Ermenîstanê, Bêlar’ûsê, Îranê, Çînistanê, Myanmayê û Pakîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button