H’emû nûçeSereke

Konsûlê R’ûsîyayêyî li Hewlêrê: K’urdistan dilê dinîyayêye

Konsûlê R’ûsîyayêyî li Hewlêr Olêg Vladîmîrovîç Lêvîn dibêje,wekî K’urdistan dilê dinîyayêye û ew şaye, ku ew li K’urdistanêye. Miqledara kanala têlêvîzîyonêye Rûdawê çûye konsûlxana R’ûsîyayêye li Hewlêrê. Dîplomatê r’ûs derheqa xebata xweye li Herêma K’urdistanê, p’êwendîyên Hewlêrê û Moskvayê û xebatên mayînda r’aber kirîye. Bi gotina dîtplomatê r’ûs, di navbera k’urda û r’ûsada gelek tiştên t’omerî hene. Li ser xerîta dinîyayê, Olêg Lêvîn nîşan dide: “Niha xerîta dinîyayê biniêr’in. K’urdistan merk’eza xerîtêdane.Eva Îrane, eva K’urdistane.K’urdistan dilê dinîyayêye.Ez gelekî şame ku ez li K’urdistanême”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button