H’emû nûçe

Sîstêmên navnet’ewî wê p’era bidine Ermenîstanê, bona ku encamên ji koronavîrûsê pêşdahatî bidine r’astkirinê

Bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, Yektîya Avropayê wê 3O-î mîlîon yêvro bide Ermenîstanê.Qayîlnivîsara derheqa berxudana li ber koronavîrûsê, bona îzbatkirinê, r’aberî h’ukumata Ermenîstanê kirine. Cîgirê serekwezîr Mhêr Grîgoryan gotîye,wekî ew p’ere wê bi du êtapa bên dayînê.Hatîye gotinê, wekî 24 mîlîon yêvro wê carekêr’a bên dayînê, piştî îmzekirina qayîlnivîsarê, bêyî t’u qewila. Şeş mîlîonê mayîn jî wê anegorî bernamên saxlemîxweykirinê, sosîyal-êkonomîkî bêne dayînê. Cîgirê serekwezîr guman e’lam kirîye, wekî pêşer’ojêda ew p’ere wê derbazî ser byûcêya Ermenîstanêye dewletê bibin. Mhêr Grîgoryan usa jî gotîye, wekî t’evî Yektîya Avropayê du bernamên başqe tên gotûbêjkirinê, k’îjana wê zûtirekê bona îzbatkirinê r’aberî h’ukumatê bikin. Qayîlnivîsara t’evî banka pêşdaçûyîna Asîyayê jî, ya bahê du mîlîon dolara, 27-ê t’ebaxê hatîye îmzekirinê. Ev p’ere jî wê bona fînansekirina bernamên dijî koronavîrûsê bên xerckirinê.H’ukumatê begemîya xwe daye herdu bernama jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button