H’emû nûçeSereke

Arsrûn Hovhannîsyan derheqa înformasîyayên alîyê azêrîyada xeberdaye, k’îjanada azêrîya nivîsîye, ku giva şeş gund k’etine bin kontrola wan

Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan ew be’sên alîyê azêrîya înk’ar kirîye, anegorî k’îjana azêrîya nivîsîbû, wekî şeş gund hildane destê xwe.”Gelo eskerê Adirbêcanê hela hê derheqa dagirkirina Ermenîstana R’ojavayêda e’lam nekirîye? Ne şeş gundin, lê deh bajar’in”,- Hovhannîsyan fêysbûkêda nivîsîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî alîyê azêrîya usa jî hîn nebû, ku fotoşopa şikilê Fîzûlîyê r’ast bike.Em bêjin, wekî alîyê azêrîya e’lam kirîye, ku li neh’îya Fîzûlîyê pênc gund hildane bin kontrola xwe, lê gunek jî li neh’îya Cebrayîlê.Arsrûn Hovhannîsyan daye dîyarkirinê, wekî ew înformasîya ne anegorî r’astîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button