H’emû nûçeSereke

P’areskerên Arsaxê zirara mezin dane azêrîya: fermandarê hêzên p’arastina Arsaxê Celal Harût’yûnyan

Fermandarê hêzên p’arastina Arsaxê, gênêral-mayor Celal Harût’ynyan bi bangewazîyê pêşda hatîye:
“Piştî opêrasîyonên leşkerîye sala 2O16-a, îdî çar sal derbaz bûne û Adirbêcan careke mayîn berbir’î qewata sîlih’ bûye, difikire, wekî bi wê r’êyê ewê bikaribe pirsgirêka Arsaxê h’elke.
Şebeqa 27-ê îlonê, eskerê Adirbêcanê piştî xwehazirkirina derbên bi r’okêta û aparatên bêpîlot, bi t’emamîya dirêjaya xeta pêşin, êrîş destpê kirîye.H’etanî niha hêzên eskerên p’arastina Arsaxê zirara mezin dane azêrîya û bernamên wan bi açixî dane t’er’ibandinê. Bernamên wan mer’a e’yanin, ew dixwezin Arsaxê û Ermenîstanê ji ermenîya bidine valakirinê.Gumanbin, wekî vê carê jî dijminê r’astî t’er’ibandina bê.
Serk’eftin wê hêsa nîbe.Azêrî gund û cîyên binelîyên e’dil dikine nîşangeh.Wî çaxî di navbera leşker û zar’oka biç’ûkda, yan jî jina mezin, yan jî merivên yaşê xweda mezin firqî wê t’unebe.Emê t’evayî bibine nîşangeh.
Niha gerekê h’emû kes bibine yek, h’emû fikir bibine yek.Meremê me t’enê yeke, ku em dijmin bih’incir’înin, derbên t’unekirinê bidine k’omên wan, sîstêma wane leşkerî bidine t’unekirinê û heger lazimbe, zona bêqezîyabûnê bidine berfirekirinê û bona aşîtîya dawî bidine mecbûrkirinê.Bona van pirsa, yekbûna ce’dandinên me h’emûya lazime. R’êke başqe t’une:em mexberên kal û bavên xwe û pêşer’oja zar’okên xwe dip’arêzin. Em mafê jîyana li ser axa kal-bavên xwe dip’arêzin.T’emamîya cime’ta ermenî t’evî meye. Heqîtî t’evî meye.Xwedê t’evî meye. Serk’eftin wê ya mebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button