H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê mecbûrbe ku ji meremê xweyî bona h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya leşkerî paşda bisekine: e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der, girêdayî agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê ra e’lametî belav kirîe:
“28-ê îlonê agrêsîya Adirbêcanêye berfire, ya dijî Arsaxê berdewam dibe.Girêdayî wê agrêsîyayêr’a, e’lametîyên civak navnet’ewî, nava wanda usa jî e’lametîya h’emsedirên k’oma Mînskê û yên welatên wan didine k’ifşê, wekî civaka navnet’ewî xebitandina qewatê û t’er’ibandina aşîtî û bêqezîyabûna herêmê gunek’ar dike. Bo vê yekê jî alîyê azêrîya înformasîyayên fe’ş belav dike û alîyê ermenîya gunek’ar dike, ku giva alîyê ermenîya agrêsîya destpê kirîye. Feqet şe’detîyên eşkere hene, wekî hema Adirbêcnê agrêsîya destpê kirîye. Bi sala ser hev Adirbêcanê r’êjîma agirbestêye salên 1994-1995-a t’er’ibandîye.Hema mesela dawî jî ew bû, wekî 25-ê îlonê Adirbêcanê înk’ar kir, ku wek’îlê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê li ser xeta pêşin monîtorîngê derbazke.Ew yek dide k’ifşê, wekî meremê Adirbêcanê ew bûye ku progiramên xweye destpêkirina şer’ê nû veşêre. Adirbêcanê eşkere daye k’ifşê, ku ew ji şuxulk’arîya e’dil paşda disekine û merem danîye pêşîya xwe, ku pirsgirêka Qerebag’ê bi şer’ê berfire h’elke. Bo vê yekê Adirbêcan piştgirîya T’irk’îyayêye berfire distîne.Ji kanîyên cûr’e- cûr’e înformasîya tên stendinê, wekî T’irk’îya têr’orîstên bîyanî cîguhastî Adirbêcanê dike. T’irk’îya usa jî bi dereca seroketîyê derheqa piştgirîya Adirbêcanêda dide dîyarkirinê. Bi gilîkî h’alekî usa pêşda hatîye, wextê ku cime’ta Arsaxê dijî t’ifaqa t’irka û azêrîya şer’ dike.T’ifaqa t’irka- azêrîyaye vî cûr’eyî bona t’emamîya herêmê qezîyaye. Ermenîstan û Arsax bi t’emamîya karebûnên xweva mêrk’îmî ber xwe didin. R’êke başqe bona alîyên ermenîya t’une, çimkî cime’ta ermenî xwestina xweye bona jîyîna xweye li ser e’rdê welatê xweyî dîrokî dide k’ifşê.Ermenîstan bi t’emamî gumane, wekî plana Adirbêcanêye leşkerî wê bit’er’ibe û Adirbêcanê mecbûrbe ji wî meremê xwe paşda bisekine, bi k’îjanî ew dixweze bi r’îya qewatê pirsgirêkê bide h’elkirinê, û wê t’evî cime’ta Arsaxê ne bi zimanê t’opbarandina, lê wê dora sivira hevr’axeberdanên e’dil xeberde”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button