H’emû nûçeSereke

Baylozê Ermenîstanêyî li R’ûsîyayê e’lam kirîye,wekî dijî Arsaxê têr’orîstên k’irêkirîye ji Sûrîyayê şer’ dikin

Baylozê Ermenîstanêyî li R’ûsîyayê Vardan Tog’anyan e’lamî r’ojne’mevanên R’ûsîyayê kirîye, wekî li Qerebag’ê t’evî azêrîya têr’orîstên ji T’irk’îyayê û Sûrîyayê şer’ dikin. Bayloz e’lam kirîye,wekî T’irk’îyayê ew têr’orîst û k’irêkirî berev kirine û cîguhastî Adirbêcanê kirine.Em bîr bînin, wekî merk’eza Ermenîye yekbûyî 27-ê îlonê êvarê e’lam kiribû, wekî anegorî me’lûmetîyên ce’sûsîyê, nêzîkî çar h’ezar ç’ekdarên ji Sûrîyayê t’evî opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerî dibin. “Anegorî be’sên r’astkirî, nava ç’ekdarada 81 kuştî hene”,- nava e’lametîya merk’ezêda hatîye gotinê.Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannsîyan jî derheqa van be’sada xeberdaye û gotîye, wekî wezîret îdî haj hinek înformasîya heye. Feqet, bi gotina Hovhannîsyan h’ewceye hinek tişt jî bên r’astkirinê.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî înformasîyayên dawî, hêzên azêrîya pênc h’elîk’op’t’êr, 27 aparatên bêpîlot, 33-î tank û têxnîka zirih’kirî unda kirine.E’yane, wekî r’ûê agirkirinada li Martûnîyê jinek û zar’okek şih’îd k’etine.Nava leşkerada 31 şih’îd hene û nêzîkî 2OO-î birîndarin. Zyana azêrîya diha mezine. Li Arsaxê û Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button