H’emû nûçeSereke

Qet hildana t’abîke ermenî, yan jî lêxistina t’êknîka leşkerî, azêrîya belav nekirîye: Arsrûn Hovhannîsyan

Qet hildana t’abîke ermenî, yan jî lêxistina t’êknîka leşkerî, azêrîya belav nekirîye.Derheqa wê yekêda, 27-ê îlonê, wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. “Himberî e’lametîyên Adirbêcanêye berê, îro Adirbêcanê hindik, ne t’am, anegorî destnivîsara xweye berê înformasîya cîwar nekirîye, t’u înformasîyayên derheqa wa gotî azakirina cî-warada belav nekirîye. H’etanî ew fotoşopa ku wana ji Fîzûlîyê dikir, ew jî t’une.Vîdêyok belav kirine, ku çawa binelîyên Martakêrtê giva ji Martakêrtê derdik’evin, ew jî vîdêyoyên sala 2O15-2O16-ne, yên ku hatine montajkirinê.Qet hildana t’abîke ermenî, yan jî lêxistina têxnîka leşkerî, azêrîya belav nekirîye. Du vîdêyo hatine belavkirinê, yên ku ji alîyê p’eşezanên meda lez hatine eşkerekirinê, wekî ew kadrên şer’ên Sûrîyayêne. Dewsa wê yekê me çend vîdêyo belav kirine, k’îjanada tê k’ifşê, ku leşker û t’êknîka wan çawa hatine xirabkirinê, şewitandinê”,- Hovhannîsyan gotîye. Çawa caba pirsa r’ojne’mevan, ku derheqa ç’ekdarên ji Sûrîyayêye li Adirbêcanê çi înformasîya hene, Arsrûn Hovhannîsyan gotîye, wekî ew înformasîya niha tên r’astkirinê, lê hinek înformasîyayên zelal îdî hene û dîsa pirs tên zelalkirinê girêdayî sîlih’ên t’irkîr’a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button