H’emû nûçeSereke

Em nikarin îzina paşdahatina şikilê împêratorîya Osmanî bidin:serokk’omarê Ermenîstanê

“Em nikarin îzina paşdahatina împêratorîya Osmanî bidin”,- serokk’omarê Ermenîstanê wextê h’emcivîna navnet’ewîye Kîbêrbêqezîyabûnê gotîye.Armên Sargsyan bi xeberdana vekirinêva pêşda hatîye û derheqa pirsên goveka Kîbêrbêqezîyabûnêda xeberdaye, derheqa qezîyayên wanda daye dîyarkirinê û derheqa mecalên alt’kirina wanda daye k’ifşê.Serokk’omarê Ermenîstanê derheqa girîngîya dîyalogêda xeberdaye.Ewî gotîye, wekî dîyaloga meriva ya here girînge û pêr’a jî derheqa opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerîda anîye ber ç’e’va. Ewî gotîye, wekî endama NATO-ê T’irk’îya, piştgirîyê dide Adirbêcanê, bi r’îya Kîbêrêrîşa, şêwirmenda, ç’ekdarên k’irêkirî û teyarên F-16. Armên Sargsyan derheqa împêratorîya Osmanîda xeberdaye û gotîye,wekî 1O5- sal pêşda împêratorîya osmanî k’omkujîya Ermenî t’eşkîl kir û mîyaser kir. Bi gotina wî, niha gerekê îzinê nedin, ku ew k’omkujî biwek’ile.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button