
Gênêralê wa gotî “Eskerê Sûrîyayêye miletîyê” Zîyad H’ecî Ûbêyd wextê hevp’evîna t’evî kanala têlêvîzîyîonêye Rûdawê îzbat kirîye, wekî endamên organîzeya wan çûne Adirbêcanê. Eva îzbatkirina wan înformasîyaye e’wline, ya derheqa k’irêkirîyên Sûrîyayêda, k’îjanê Enqere û Bek’û hilnadine ser xwe. Ewî gotîye, wekî li neh’îyên T’irk’îyayêye okûpasîyakirî, li E’frînê, li Ras al- Aynê û cîyên mayîn, h’alê ÿkonomîkîyî giran pêþda hatîye û bo wê yekê jî ç’ekdar qayîl dibin her’ine Adirbêcanê kö p’era bixebitin. Bi gotina wî, T’irk’îya hazire wî cûr’eyî p’era bide 70 h’ezar k’irêkirîya. Ewî usa jî gotîye, wekî ew hazirin boy berjewandîyên T’irk’îyayê, li her cîya şer’kin, bona ku bighîjine meremên xwe.







