H’emû nûçeSereke

Hêzên ermenîye sîlih’ikirî mecbûrin t’êknîka leşkerîye mezin bidine xebatê: wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê

Niha p’areskerên eskerê p’arastina Arsaxê li ser xwe guman h’emû cêr’ibandinên êrîşkirinên dijmin paşda didin û zyana t’êknîkî û merivaye giran dighînine dijmin. Wezîreta p’arastinê e’şaretîyê dide,wekî hêzên ermenî mecbûrin cûr’ên t’êknîka leşkerîye mezin bidine xebatê.Derheqa wê yekêda k’atiba wezîretêye prêssayê, Þûþan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Hêzên ermenîye sîlih’kirî mecbûrin cûr’ên sîlih’aye mezin bidine xebatê, nava encamên k’îjanada dikarin h’ukumî li ser t’êknîka leşkerî û h’emû tiştên dor-bera bikin”,-ewê nivîsîye. Stêp’anyanê e’lam kirîye, wekî îro, ji şebeqê destpêkirî, alîyê azêrîya opêrasîyonên êrîşkirinêye berfire destpê kirîye û ew yek bi dirêjaya t’emamîya sînorê Arsaxê diqewime.Wextê wan opêrasîyona, ew komplêksên artîlêrîyayêye giran TOS-1A didine xebatê. TOS, “Smêrç'” û sîstêmên mayîne mezin fikirdarîya opêrasîyonên leşkerî û berfireya wan didine guhar’tinê û wana dighînine dereceke nû. Çawa ku me dabû dîmyarkirinê, hêzên azêrîya îro berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Nîşangeha wan neh’îya Vardênîsê bûye. Ji derba dirona azêrîya avtobûseke sîvîl li Vardênîsê şewitîye.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû, Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 84 leşker û çar binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî zyana azêrîya usa geleke, ku nikarin himbrî ya ermenîya bikin. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 5O-î aparatên bêpîlot /diron/, çar h’elîk’op’t’êr, 😯 tank û têxnîka zirih’kirî, teyarek û 82 mecalên transportê unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button