H’emû nûçeSereke

Zyana azêrîyaye nû, ji şebeqê h’etanî niha /vîdêyo/

29-ê îlonê, bi t’emamîya dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya, opêrasîyonên leşkerî berdewam dibin. Adirbêcan dîsa cêr’ibandinên êrîşê mîyaser dike, artîtêrîyayê, aparatên bêpîlot /diron/ û têxnîka zirih’kirî dide xebatê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê r’agîhandine. P’areskerên Arsaxê bi açixî êrîşên azêrîya paşda didin û zyana mezin dighînine leşker û t’êknîka wane leşkerî. Nava r’oja îroyînda, nava encamên şer’ê îroda, azêrîya 11 diron, nava wanda usa jî yên derbgîhandinê, t’êknîka înjênêrîyêye sîlih’kirî, çar maşînên zirih’kirî, pênc tank û du h’elîk’op’t’êr şewitandine. Nava leşkerên azêrîyada zyaneke mezin heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button