H’emû nûçeSereke

Emê îzina wê yekê nedin: Makron derheqa bangên T’irk’îyayêye agrêsîve derheqa Qerebag’êda xeberdaye

Dora vê t’êmayê Makron îdî t’evî hevalk’arên xweye R’ûsîyayê û Amêrîkayê Vladîmîr Pûtîn û Donald T’ramp qise kirîye. Fransîyayê e’lametîyên T’irk’îyayêye derheqa dagirkirina Qerebag’êda qebûl neke. Derheqa wê yekêda serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron wextê prêss-konfêransa li R’îgayê gotîye. “Fransîya mînanî berê girêdayî bangên T’irk’îyayêye leşkerîr’a, xemgîne, yên ku van seh’etên dawî tên bihîstinê û ew derheqa dagirkirina Qerebag’êdanin. Emê îzina wê yekê nedin”,- serokê Fransîyayê gotîye. “Ez dibêjime Ermenîstanê û ermenîya, wekî r’ola Fransîyayê wê hebe”,- ewî gotîye. Makron pêşîya r’abekirina h’alê li Yektîya Avropayê, t’evî hevalk’arên xwe Vladîmîr Pûtîn û Donald T’ramp qise kirîye.Em careke mayîn bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê, Adirbêcanê êrîşa leşkerîye berfire bi dirêjaya sînorê arsaxyîa-azêrîya destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button