H’emû nûçeSereke

Întêrnêtêda wêneyên teyara ermenîye SÛ-25-e, ya ji alîyê teyara t’irkîye F-16-da lêxistî, belav bûne

Merk’eza ermenîye înformasîyon, p’ar’ç’ên teyara ermenîye SÛ-25 r’aber kirine, ya ku ji alîyê teyara t’irkîye F-16-da hatîye lêxistinê.Em bîr bînin, wekî duh şebeqê teyara T’irk’îyayêye leşkerîye F-16 ji fir’egeha Adirbêcanêye “Gence”-yê r’abûye hewê û paşê teyara ermenîye SÛ-25 xistîye, ya ku li neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê bi meremê paşdadayîna êrîşên azêrîya, nava têrîtorîya Ermenîstanêye hewêda bû. Hê pêşda wezîreta Ermenîstanêye k’arên der dabû dîyarkirinê, wekî hêzên t’irkaye hewê ji 29-ê tîrmehê h’etanî 13-ê t’ebaxê li Adirbêcanê bûne, t’evî t’e’lîmên leşkerî bûne û h’etanî r’oja îroyîn ew li wir mane.Hatîye dîyarkirinê, wekî 27-ê îlonê teyara t’irkîye F-16 sînorê Ermenîstanêyî hewê t’er’ibandîye û r’okêt berbi neh’îya Vardênîsê berdane. Wezîretê usa jî e’lam kirîye, wekî fir’înên t’irkaye provokasîyon niha jî bi dirêjaya sînorê ermenîya-t’irka tên mîyaserkirinê û carina sînorê Ermenîstanêyî hewê dit’er’ibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button