H’emû nûçeSereke

Alîyê ermenîya nava çar r’ojada awqas t’êknîka dijmine zirih’kirî xirab kirîye, çiqas wextê şer’ê Arsaxêyî e’wlin bûye

Nava çar r’ojên derbazbûyîda, wextê êrîşa Adirbêcanêye berfire, alîyê ermenîya awqas t’êknîka dijmine zirih’kirî xirab kirîye, çiqas wextê şer’ê Arsaxêyî e’wlin hatîye xirabkirinê. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa 3O-ê îlonê, serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan gotîye. Serokê Arsaxê daye dîyarkirinê, wekî derba azêrîyaye e’wlin nişkêva bû, lê wextê ku himberî derba Almanîya faşîstîyêye hindava Yektîya Sovyêtê dikin, wî çaxî tê ber ç’e’va, wekî eskerê almana nava r’ojada ji sînor hat gihîşte Moskvayê, lê îro şer’ li ser h’idûd diqewimin û t’u tişt nehatîye guhar’tinê. Bi dirêjaya t’emamîya xeta Arsaxêye pêşin, 27-ê îlonêda destpêkirî, Adirbêcanê t’opbarankirin destpê kirîye.Gundên e’dil, mek’t’eb, nava wanda usa jî Stêp’anakêrta p’ayt’ext, tên t’opbarankirinê.R’ûê êrîşa Adirbêcanêda, li Arsaxê h’evt meriv bûne cangorî. Adirbêcanê usa jî sîstêmên Ermenîstanêye leşkerî û sîvîl kirine nîşangeh, nava encamên k’îjanêda li neh’îya Vardênîsê merivekî sîvîl hatîye kuştinê û ot’obûseke sîvîl şewitîye.Nava hêzên sîlih’kirîda, 1O3 cangorî û nêzîkî 12O birîndar hene. Li Ermenîstanê û li Arsaxê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya t’omerî hatîye e’lamkirinê.Nava encamê opêrasîyonên leşkerîda, anegorî înformasîyayên r’astkirî, ji alîyê azêrîya 92O kuştî û 21OO birîndar hene. Adirbêcanê 83 diron, h’evt h’elîk’op’t’êr, 166 t’êknîka zirih’kirî, teyarek, stansîyake r’okêtaye “Smêrç” unda kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button