H’emû nûçeSereke

E’lametîya serokên R’ûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî û Fransîyayê, ya derheqa Qerebag’a Ç’îada

Serokên R’ûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî y Fransîyayê e’lametîya t’evayî belav kirine. Derheqa wê yekêda malp’er’a serokê R’ûsîyayêye fermî r’agîhandîye. Serokê Fêdêrasîya R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtî, serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald T’ramp’ û serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, yên ku welatên h’emsedirên k’oma Mînskê r’aber dikin, bi cûr’ê herî berk’ zêdebûna zordarîyên li ser xeta li zona de’w û doz Qerebag’ê gunek’ar dikin.Em serxweşîyê didine malbetên cangorîya û birîndara.Em bang dikin, ku lez opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê. Em bang dikin, ku serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê lez borcdarîya hildine ser xwe û bêyî t’u qewil-qirara, bi piştgirîya h’emsedirên k’oma Mînskê, hevr’axeberdana bona h’elkirina pirsgirêkê destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button