Hejmara şih’îda mêriv e’cêbmayî dihêle: wezîrê Almanîyayêyî k’arên der derheqa de’w û doza Qerebag’êda gotîye
Wezîrê Almanîyayêyî k’arên der Hayko Maas e’cêbmayî bûye, wextê ku derheqa cangorîyada, yên r’ûê h’alê Qerebag’êda wefat bûne, e’cêbmayî bûye. Ewî bangî alîya kirîye, ku lez opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê.”Me ev bûyar gotûbêj kirine.Wî alîda em xebatê mîyaser dikin. Bi seda cangorî, nava k’îjanada merivên sîvîl hene”,-wezîr wextê prêss-konfêransê gotîye.Wezîr bîr anîye,wekî van r’ojên dawî Almanîya gelek hevr’axeberdana derbaz dike û Maas derheqa r’êzolyûsîya şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye derheqa de’w û dozêda t’evî hevalk’arê xweyî t’irk, xeberdaye. “H’emû opêrasîyonên leşkerî, bi t’aybetî agirbarandinên li gund û bajar’a, gerekê lez bêne sekinandinê.Alî gerekê lez paşda veger’ine berbi hevr’axeberdana, yên bin bandor’a Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê.Wê yekê emê nava h’emû hevdîtinada bidine k’ifşê”,-Maas serda zêde kirîye.