H’emû nûçeSereke

K’omara Ermenîstanê bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku ji sîyasîya berdilhatina hindava T’irk’îyayêda paşda bisekinin

29-ê îlonê êvarê, bi înîsîyatîva sedirtîya Albanîyayêye Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê civîna organîzeyêye mexsûs derbaz bûye, wextê k’îjanê h’alê li zona de’w û doza Qerebag’ê hatîye gotûbêjkirinê. Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der e’lam kirîye, wekî wek’îlê sedirê organîzeyê Aêcêy Kasprşîk derheqa bûyarên li Qerebag’ê r’aber kirîye. Nava axavtina xweda wek’îlê Ermenîstanêyî nava Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Armên Papîkyan bi hûrgilî derheqa êrîşa 27-ê îlonê, ya ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî, r’aber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan usa jî gund û bajar’a dike nîşangneh, r’ûê çida binelîyên sîvîl şih’îd k’etine. Papîkyanê bayloz usa jî daye dîyarkirinê, wekî 29-ê îlonê êrîşên bi artîlêrîyayê û avîyasîya leşkerî hindava gundên Vardênîsê û hema bajar’ê Vardênîsê hatine mîyaserkirinê, r’ûê çida binelîkî sîvîl şih’îd k’etîye.Wek’îlê Ermenîstanê usa jî derheqa t’evbûna T’irk’îyayêda daye dîyarkirinê û gotîye, wekî alîyê ermenîya gelek cara bi dengê bilind derheqa xemgînîyên xweda daye dîyarkirinê, wekî T’irk’îya li Kavkaza başûr sîyasîya neçêkirinê pêşda dibe.Papîkyan guhdarîya welatên endamên organîzeyê t’eglîfî li ser t’e’lîmên t’irka-azêrîyaye leşkerî kirîye û gotîye, wekî piştî t’e’lîma, leşkerên t’irka û t’êknîka wane leşkerî li Adirbêcanê mane.Ewî usa jî derheqa k’irêkirîyên ji Sûrîyayê anî, xeberdaye.Xeberdan usa jî derheqa lêxistina teyara ermenîye SÛ-25-da, ya ji alîyê teyara t’irkaye F-16-da lêxistî, çûye.Wek’îlê Ermenîstanê gotîye, wekî h’ukumata T’irk’îyayê dixweze de’w û doza Qerebag’ê bona zêdekirina h’ukumê xweyî sîyasî û leşkerîye li Kavkaza başûr bide xebatê.Bayloz gotîye, wekî T’irk’îya gerekê leşkerên xwe ji Adirbêcanê derxe û bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku sîyasîya berdilhatina hindava T’irk’îyayêda lê binihêr’in û gavên anegor biavêjin ku T’irk’îyayê ji sîyasîya wêye neçêkirinê paşda bigrin. Ewî gotîye, wekî Ermenîstan hazire piştgirîyê bide pirsa t’eşkîlkirina seredana h’emsediraye li r’êgîyonê.Bi serhevdaanîna axavtina xwe, Papîkyanê bayloz gotîye, wekî cêr’ibandinên h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi r’îya qewatê salên 199O-î, nîsana sala 2O16-a, tîrmeha sala 2O2O-î hatine t’er’ibandinê û ewê îro jî bit’er’ibin. Ermenîstan fikira h’emsedirên k’oma Mînskêr’a qayîle, wekî xêncî h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya e’dil, r’êyeke başqe t’une.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button