H’emû nûçeSereke

Ajansa ANF-ê bi hûrgilî derheqa şandina k’omên têr’orîstaye ji alîyê T’irk’îyayêda berbi Adirbêcanê r’aber kirîye

Cîhadîstên “Partîya T’irkîstanêye Îslamî”, ya ku ji alîyê ŞAY, R’ûsîyayê û welatên mayînda çawa t’eşkîleta têr’orîstî hatîye naskirinê, ji alîyê T’irk’îyayêda şandine Adirbêcanê. Derheqa wê yekêda ajansa k’urdîye ANF-ê nivîsîye.Anegorî wê kanîya înformasîyon, k’omeke ji 75 merivî 28-ê îlonê ji Sûrîyayê k’etîye bajar’ê T’irk’îyayêyî E’ynt’abê. Pêşîya k’etina li E’ynt’abê, ofîsêrê ce’sûsîya T’irk’îyayêye derecebilind, r’astî k’omê hatine û t’eslîmkirinên anegor dane wan. Piştî wê yekê ew k’om şandine Adirbêcanê. K’omeke mayîn jî ya ku li nêzîkî Sûrîyayêyî Îdlîbê hatîye cîwarkirinê, dîsa ji alîyê xweda k’omek hazir kirine, k’oma ji 2OO ç’ekdara û 29-ê îlonê şandine Adirbêcanê.Em bêjin, wekî k’oma ji “Partîya T’irkîstanêye Îslamî” Al Xaydayêva girêdayîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button