H’emû nûçeSereke

Êrîşên Adirbêcanê bi p’ir’anî nava doranên hevk’arîya t’evî T’irk’îyayê tên mîyaserkirinê: wezîreta k’arên der

Dudê cotmehê seroketîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî dîsa gund û bajar’ên K’omara Arsaxê kirine nîşangeh. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye k’arên der belav kirîye.E’lametîyêda usa jî tê gotinê:
Vê carê Stêp’anakêrta p’ayt’ext û bajar’ê Hadrût’ê kiribûne nîşangeh, r’ûê çida nava binelîyên sîvîlda birîndar hene.Adirbêcana ku bi têr’orîstên bîyanîva eskerê xwe daye t’amkirinê, nikaribû nava şeş r’ojada bighîşta açixîyê, niha jî dicêr’ibîne barbarîya binelîyên e’dile li Arsaxê mîyaserke.Êrîşên wana bi p’ir’anî nava doranên hevk’arîya t’evî T’irk’îyayê û bi xebitandina sîlih’ên t’irka tên mîyaserkirinê.Adirbêcan dicêr’ibîne xwe ber civaka navnet’ewî bide afûkirinê û pêr’a jî derheqa êrîşên xweye li ser binelîyên Arsaxêye e’dil, înformasîyayên fe’ş belav dike.K’omara Ermenîstanê ev xirabk’arîya t’ifaqa azêrîya-t’irka berk’ gunek’ar dike û derheqa wan gavên xweda îzbat dike, ku t’evî seroketîya Arsaxê bi h’emû mecala her qezîyake dijî cime’ta Arsaxê bide lîkvîdasîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button