H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê bi komplêk’sa r’okêtaye “Toçka Û” têrîtorîya Adirbêcanê nedaye ber r’okêta: eva înformasîya fe’şe:wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bi fermî e’lam dike, wekî ew e’lametîyên doranên Adirbêcanêye fermî ku giva ji têrîtorîya Ermenîstanê bi komplêk’sên r’okêtaye “Toçka Û”, têrîtorîya Adirbêcanê didine ber r’okêta, înformasîya fe’şe û ne anegorî r’astîyêye. Nenihêr’î wê yekê, wekî eva îdî çend r’ojin, ku ji alîyê Adirbêcanêda bi sîlih’ên mezin gundên dor- berê Vardênîsê, t’opbaran dikin, ji K’omara Ermenîstanê berbi Adirbêcanê r’okêtek nehatîye berdanê.Wezîreta p’arastinê berbir’ alîyê azêrîya dibe, û dibêje ku ew ji wan provokasîya dûr bimînin û hêzên Ermenîstanê berbi derbên r’okêta de’f nedin.