H’emû nûçeSereke

Lîdêrê êzdîyayî r’uh’anî, Bavê Şêx, 87-salîya xweda wefat bûye

Lîdêrê êzdîyayî r’uh’anî, Bavê Şêx H’ecî Îsmayîl, girêdayî saxlemîya wîye xirabr’a, wefat bûye. Ew 87 salî bû.Serwêrê beşa pirsên êzdîya, yê li wezîreta pirsên ayîna dîn, nava h’ukumata K’urdistanêda Xêyrî Bûzanî gotîye Rûdawê, wekî Bavê Şêx li nexweşxana Hewlêrê, r’oja pêncşemê çûye ser dilovanîya Xwedê.Ev yek bona ola êzdîyaye dînî derbeke giran bû.Lîdêrê r’uh’anî r’oja sêşemê derbazî nexweşxanê kiribûn. Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî girêdayî wefatbûna lîdêrê êzdîyayî r’uh’anîr’a, serxweşî daye û gotîye: “Bavê Şêx li Herêma K’urdistanê û li t’emamîya dinîyayê merivekî bi nav û deng û girîng bû.Ewî r’oleke berbiç’e’v li Herêma K’urdistanê bona hevk’arîya dînî mîyaser dikir”. Serokê ola êzdîya Mîr T’ehsîn çileya sala 2O19-a wefat bûye.Dewsa wî niha kur’ê wî Hazimeye.Em jî ji alîyê xweda serxweşîyê didine t’emamîya êzdîya. Bila r’eh’ma Xwedê wîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button