H’emû nûçeSereke

P’aşînyan bi têlefonê t’evî şêwirmendê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî qise kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bi têlefonê t’evî şêwirmendê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê alîyê pirsên bêqezîyabûna miletîyê, R’obêrt Obrayên qise kirîye. R’obêrt Obrayên xemgînîya alîyê amêrîkîya daye dîyarkirinê,wekî li Kavkaza Başûr h’alê wî cûr’eyî pêşda ahtîye.Ewî îzbat kirîye, ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixweze ku lez agirbest bê e’lamkirinê û qewînbûn îzbatbe. Obrayên gotîye ku de’w û doza Qerebag’ê nikare bi r’îya leşkerî bê h’elkirinê û careke mayîn t’abîya Ştatên Yekbûyî îzbat kirîye. Nîkol P’aşînyan h’alê li zona de’w û dozê r’aber kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî T’irk’îya jî t’evî de’w û dozê dibe û ji Sûrîyayê têr’orîstên k’irêkirî tîne Adirbêcanê. Serekwezîr derheqa wê yekêda gotîye, ku pêwîste van k’irêkirîya û têr’orîsta ji r’êgîyonê bidine derxistinê, çimkî bêyî wê yekê îzbatbûna agirbestê tiştê bûyînê nîne. Em bîr bînin ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button