Sereke

E’lametîya wezîreta Arsaxêye k’arên der girêdayî naskirina serbestîya K’omara Arsaxêr’a

Naskirina Arsaxêye navnet’ewî, mêxanîzma t’ek-t’enêye, ku dikare aşîtîyê û bêqezîyabûnê bîne r’êgîyonê.Derheqa wê yekêda nava e’lametîya wezîreta Arsaxêye k’arên derda hatîye gotinê:
“Ji 27-ê îlona sala 2O2O-î destpêkirî, hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî, bi piştgirîya T’irk’îyayê û t’eşkîletên têr’orîstîye ji R’ohitata Navîn, dijî K’omara Arsaxê şer’ê agrêsîv destpê kirine.
Êrîşa Adirbêcanêye berfire bi t’er’ibandinên h’emû qanûn, normên mafê navnet’ewîye hûmanîtarî tê mîyaserkirinê.Bi t’aybetî k’omên azêrîya-t’irkaye sîlih’kirî bi zanebûn bajar’, gund û cî û warên sîvîl t’opbaran dikin, bona ku binelîyên e’dil bitirsînin û t’une bikin. Nava encamên wan xirabk’arîyada gelek cangorî hene.Em ce’dandinên welatên h’emsedirên k’oma Mînskê û t’emamîya civaka navnet’ewî slav dikin, yên ku bona sekinandina agrêsîya Adirbêcanêye leşkerî tên belavkirinê.Bi wê yekêva t’evayî, em dibêjin,wekî h’emû de’wek’arî û bangên civaka navnet’ewî bi nemamî ji alîyê T’irk’îyayê, Adirbêcanê û t’eşkîletên têr’orîstîda tên înk’arkirinê.
Em bangî civaka navnet’ewî dikin, ku serbestîya Arsaxê naskin, bo ç’areserkirina mafên jîyana welatîya û qewînkirina aşîtîyê.
Nava qewilên sazbûyîda: mêxanîzma t’ek-t’enê, ya ku wê bikaribe li herêmê aşîtîyê û bêqezîyabûnê bide dasekinandinê, naskirina Arsaxêye navnet’ewîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button