H’emû nûçeSereke

P’arêzerê mafên mêriv ji alîyê Adirbêcanêda lêxistina sîstêma ku şuxulk’arîya hûmanîtarî dike, berk’ gunek’ar dike

Dudê cotmehê, seh’eta 13-a derbaz 4O deqe, hêzên azêrîyaye sîlih’kirî bi zanebûn derb gîhadine sîstêmên Stêp’anakêrta p’ayt’exte sîvîl. Azêrîya h’îmlî avayê qulixdaîya Arsaxêye h’alê qeydeder xistîye, ya ku şuxulk’rîya xilazkirinên hûmanîtarîva mijûl dibe.R’ûê wê yekêda merivên sîvîl birîndar bûne û zyana matêrîyalîye mezin heye.Kirinên Adirbêcanêye vî cûr’eyî, careke mayîn şe’detîyê didin, wekî Adirbêcan normên mafê hûmanîtarîye navnet’ewî dit’er’ibîne û bi wê yekêva t’evayî xirabk’arîyên giran mîyaser dike.H’etanî wî çaxî, Adirbêcanê stansîya r’okêtaye “Smêrç”, r’okêtên bi kasêta dane xebatê û bajar’ê Hadrûdê xistine, r’ûê çida sê meriv birîndar bûne.Xebitandina r’okêta t’er’ibandina mafê hûmanîtarîyî navnet’ewîye. P’arêzer’ê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan, xirabk’arîyên Adirbêcanêye ji 27-ê îlonê destpêkirî bi cûr’ê berk’ gunek’ar dike.P’arêzer bangî civaka navnet’ewî, t’eşkîletên mafp’arêz dike, ku qîmetên zelal bidine kirinên Adirbêcanê û mafên cime’ta bip’arêzin.Civaka navnet’ewî bona encamên van xirabk’arîya cabdare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button