Sereke

Seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî wê bihakî giran bide:wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der girêdayî bûyarên li zona de’w û doza Qerebag’êr’a e’lametî belav kirîye.
“Bi h’esabhilnedana bangên welatên h’emsedirên k’oma Mînskê û t’emamîya civaka navnet’ewî, Adirbêcan t’evî T’irk’îyayê opêrasîyonên berfire mîyaser dike, ku pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya qewatê bide h’elkirinê.
Bi vî meremî Adirbêcan t’emamîya potnsîyala leşkerî, bi pitştgirîya potansîyala t’irkaye leşkerî, usa jî bi ç’ekdarên ku ji R’ohilata Navîn cîguhastî vir kirine, h’emû qewata dide xebatê. Li t’emamîya Arsaxê bi cûr’ê koordînasîyakirî û bi massayî gund û bajar’ên sîvîl dixin, zyanê didine meriva û dor-bera. Meremê van opêrasîyona ewe, ku arsaxîya ji welatê wan miqûf bihêlin.
K’omara Ermenîstanê çawa gar’anta bêqezîyabûna cime’ta Arsaxê wê h’emû gavên anegor biavêje û h’emû mecala bide xebatê, ku ev barbarîyên bi massayî bide sekinandinê.
Seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî wê bihakî giran bide bona van xirabk’arîyên hindava ermeîyên Arsaxê, bona anîna têr’orîstaye li herêmê û bona t’r’ibandina bêqezîyabûna r’êgîyonê”,-r’ûp’elê fêysbûkêda berdewka wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button