Sereke

Xeberdanên derheqa h’elkirina pirsgirêkê t’enê wî çaxî dikarin bibin, wextê ku têr’orîst û dewleta T’irk’îyayê ji vê r’êgîyonê derk’evin: serekwezîr

Berdewka serekwezîrê Ermenîsîanê Manê Gêvorgyanê beşeke hevp’eyvîna Nîkolo P’aşînyanê serekwezîr belav kirîye, ya ku ewî daye France 24-ê.
Serekwezîr-Xeberdanên dora h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya e’dil wî çaxî dikarin bibin, wextê ku têr’orîst û T’irk’îya ji vê r’êgîyonê dûrk’evin. Sîvîlîzasîya nikare ser nek’eve, merivên ku dixwezin bijîn, mafê jîyana wan heye, ew nikarin ser nek’evin.Şikberî t’une, wekî cime’ta ermen, ya ku çend h’ezar sala li ser vê t’opa dinîyayê dijî, dixweze bijî.
R’ojnemevan- Diqewime weyê bixwesta usa jî tiştek bigota cime’ta Adirbêcanê, ya ku wî cûr’eyî dixweze bijî?
Serekwezîr-Ez t’enê dikarim tiştekî bêjime cime’ta Adirbêcanê: hûn bi xwe ji xwe bipirsin, ku hûn bi çiqasîva r’ast derheqa cime’ta xwe, h’ukumata xwe, hebûna wan, peymanên wane fînansî û meremên wanda zanin.Ez difikirim, wekî cime’ta Adirbêcanê dest h’ukumata dîktatorîda çawa dîl-amenete.Bona serk’arîya E’lîêve dîktator, ermenî her dem jî bi sûretê dijminva pêşda tên, bi k’îjanê ew dicêr’ibîne dora dêmokratîyayê, azadîyê, mafê mêriv û azaya xeberêr’a derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button