H’emû nûçeSereke

Zyana Adirbêcanêye duh: 54O kuştî, 45 h’eb têxnîka zirih’kirî: Arsrûn Hovhannîsyan ew yek r’aber kirîye

Adirbêcan dîsa zyanê dik’eve.Duh h’etanî seh’eta 21-ê, îdî 54O kuştî û 7OO birîndarên Adirbêcanê hebûn. Azêrîya usa jî 45 h’eb têxnîka zirih’kirî, şeş teyare /p’ir’anîya k’îjana li ser e’rdê hatine lêxistinê/, sê h’elîk’op’t’êr û şeş diron unda kirine. Derheqa wê yekêda, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. “Îro derb gîhandine Hadrût’ê û Stêp’anakêrtê. Gelek binelîyên e’dil û avayî zyanê k’etine”,- Hovhannîsyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî dijmin dicêr’ibîne opêrasîyonên êrîşkirinê mîyaserke, lê gavên hêzên ermenîya h’îmlî yên p’arastinêne, lê hinek cîya ew cûr’ekî mayînin. Hovhannîsyan usa jî e’lam kirîye, wekî li ser sînorê ermenîya-azêrîya himberî berê e’dile. Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo hazir dibin k’etina teyarên t’irkaye nava têrîtorîya Ermenîsîanê r’aberî Orgnîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bikin, Hovhannîsyan gotîye, wekî h’emû tişt wê sirîya xweda bê r’aberkirinê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên duh r’oj seh’eta 12-a r’ûê agirkirinên azêrîyada 158 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 175O-î kuştî û 27OO birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button