Sereke

Adirbêcan h’emû xetên sorr’a derbaz bûye:p’êşezanê leşkerî derheqa sîlih’ên dijmine xebitandîda gotîye

Ji r’ojên êrîşa li Arsaxêye e’wlin, Adirbêcanê destpê kirîye t’êknîka leşkerîye êrîşkirinê bide xebatê.P’êşezanê leşkerî Vahagn Saroyan wextê qisa xweye t’evî Sputnik Armênîyayê, derheqa cûr’ên sîlih’ên dijminda xeberdaye û hatîye li ser wê fikirê.”Azêrîya êrîş bi sîlih’ên “Smêrç”, “Kasîrga”, “Polonêz” destpê kir, bi k’îjana eskerê azêrîya gundên ermenîya dixin. Ew yek anegorî konvênsîyayên navnet’ewî qedexekirîye, ku li ser binelîyên e’dil bidine xebatê. Feqet Adirbêcan h’emû konvênsîyayên navnet’ewî t’er’ibandine û h’emû xetên sorr’a derbaz bûye, sîlih’ên kasêta, fûgasa û sîlih’ên başqe dane xebatê”,- Saroyan gotîye. Sîlih’ên wî cûr’eyî, bi gotina p’êşezan, li Sûrîyayê jî hatine xebitandinê, r’ûê çida gelek meriv hatine kuştinê û qezîyayên hûmanîtarî û êkolocî pêşda hatine.Adirbêcanê usa jî r’okêtên îsraêlîye bi navê “Lora” dane xebatê, yên ku qedexekirîne, bona ku nava binelîyên e’dilda bidine xebatê. “R’okêtên “Lora” bona t’unekirina sîstêmên stratêcîye li piş dijmin têr’a hatine dîtinê. Feqet alîyê azêrîya ew r’okêt dijî binelîyên e’dil dane xebatê.Ew yek li ser şikilên li Stêp’anakêrtê, li Horadîzê, li Martûnîyê û Martakêrtê tên k’ifşê”,-Saroyan gotîye.Bi gotina pêşezanê leşkerî, piştî vî şer’î vê pirsê gerekê derbazî deşta mafên navnet’ewî bikin û alîyê mîyaserkirina xirabk’arîya leşkerî wê yekê gotûbêjkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button