Sereke

Adirbêcanê k’omên mexsûs t’eşkîl kirine, yên ku r’ojne’mevana dixin: wezîreta Arsaxêye k’arên der

Wezîreta Arsaxêye k’arên der e’lam dike, wekî anegorî îformasîyayên stendî, ji alîyê Adirbêcanêda k’omên mexsûs hatine t’eşkîlkirinê, t’eslîmî k’îjana kirine, ku dîna xwe bidine h’eja r’ojnemevana û çiqasî dikarin zêde zyanê bighînine wan. ” Bona zyangîhandina r’ojnemevana, dijmin bona wê yekê usa dike, çimkî r’ojne’mevan înformasîyayên r’ast hildidin û bi weşana zindî belav dikin.Em bêjin, wekî li ser k’incên r’ojne’mevana û li ser avtomaşînên wan, nîşanên r’ojne’mevana hene. Bi h’esabhildana vî h’alê pêşdahatî, hatîye qirarkirinê, ku r’ojne’mevanên ji welatên der cîguhastî merk’eza înforasîyone nû bikin. Em bîr bînin,wekî yekê cotmehê li bajar’ê Martûnîyê k’omên r’ojne’mevana dabûne ber gula: du miqaledarên Fransîyayê, usa jî du k’omên r’ojne’mevanaye ji Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button