Sereke

Cinyazên pîlotên teyarên Adirbêcanêye lêxistî li deşta şêr’ mane: Arsrûn Hovhannîsyan

Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda tiştekî balk’êş nivîsîye: “Cudatîke balk’êş. Pîlotên h’emû teyarên Adirbêcanêye lêxistî mînanî kevir t’evî teyarê dik’evin. Sîstêma ku pîlot gerekê biavêje der, t’une. Pirs pêşda tê, ku diqewime ew nikarin wê yekê bikin,çimkî sîstêma deranîna pîlot dane qutkirinê.Usa dertê, wekî Adirbêcan ne t’enê eskerê xwe, lê p’êşezanên xweye giranbiha jî h’esab hilnade. Şe’detîya wê yekê hema ewe, wekî cinyazên pîlotên wan li deşta şêr’ mane”,-Hovhannîsyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button