Sereke

Davît’ Tonoyan û bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê h’alê li Arsaxê sazbûyî gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstîanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîsîanê Lîn T’rêysî qebûl kirîye. “Wezîrê p’arastinê h’alê opêrasîyonên leşkerî r’aber kirîye û derheqa t’evbûna T’irk’îyayêye t’evî vî şer’î û piştgirîya T’irk’îyayêye hindava Adirbêcanêda daye dîyarkirinê.Davît’ Tonoyan usa jî gotîye, wekî bi van têmpa dikare bona r’êgîyonê gelekî xirab bibe”,- nava e’lmetîyêda hatîye gotinê. Bayloza ŞAY ner’ih’etîya xwe girêdyî pirsên hûmanîtarîye wextê opêrasîyonên leşkerî daye dîyarkirinê û wê yekêva girêdayî Davît’ Tonoyan gotîye, wekî ew nayêne h’elkirinê, çimkî alîyê mayîn naxweze wê yekê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button