Sereke

Li zona de’w û doza Qerebag’ê 93 ç’ekdarên k’irêkirîye ji Sûrîyayê hatî hatine kuştinê: RÎA Novostî

Li Qerebag’ê 93 ç’ekdarên k’irêkirîye ji Sûrîyayê hatî, hatine kuştinê. Ji wana 53 cinyaz duh cîguhastî Sûrîyayê kirine. Xêncî wê yekê, anegorî wê kanîya înformasîyon, van herdu r’ojên dawî k’oma ç’ekdaraye sisîya çûye Qerebag’ê. Hatîye r’agîhandinê, wekî nava wê k’omêda 43O-î merivin. RÎA Novostîyê pêşda e’lam kiribû, wekî anegorî h’esabên yekê cotmehê li Qerebag’ê 322 k’irêkirîyên ji Sûrîyayê hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button