Sereke

Vîdêyo şe’detîyê nade: Hovhannîsyan derheqa wê yekêda gotîye, ku giva ji Ermenîstanê Adirbêcanê t’opbaran dikin

Be’sên Adirbêcanêye derheqa wê yekêda, ku ji hinek neh’îyên Ermenîstanê cîyê azêrîya t’opbaran dikin, ne anegorî r’astîyêne.Derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan çawa caba wan vîdêoyên azêrîya daye, ku giva tê k’ifşê, wekî ji Ermenîstanê Adirbêcanê t’opbaran dikin. ” Ev yek înformasîyona fe’şe, lê vîdêoya ku belav kirine şe’detîya t’u tiştî nade. Ew yek hela hê pirse, ku gelo ji Ermenîsîanê, yan ji Arsaxê, yan jî şer’ekî mayîn ew yek tê kirinê”,- Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, ew yek jî balk’êşe, wekî azêrîya gelek cara hinek neh’îyên Arsaxê çawa beşeke Ermenîsanê nas dikin.)Hovhannîsyan gotîye,wekî azêrî p’ayt’extê Arsaxê bi komplêk’sên “Smêrç”, ” Polonêz”, û ” Kasîrga” t’opbaran dikin.Xm bîr bînin, wekî duh jî eskerê Arsaxêye p’arastinê fir’egeha Gencayêye leşkerî dabû ber r’okêta û Adirbêcanê e’lam kiribiû, wekî ji alîyê Emenîstanê hatîye kirinê.Ev yek, bi gotina Adirbêcanê, têrîtorîya opêrasîyonên leşkerî dide berfirekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button