Sereke

Amnesty International xebitandina bombên kasêtaye dijî binelîyên sîvîl gunek’ar dike

T’eşkîleta navnt’e’îye Amnesty International xebitandina bombên kasêtaye dijî binelîyên Stêp’anakêrtê û Şûşîyê gunek’ar dike. T’eşkîltê daye dîyarkirinê, wekî p’arastina binelîyên sîvîl grekê bibe pirsa here sereke û serda zêde kirîye ku ew înformasîyayên derheqa xebitandina bombên kasêtaye dijî bajdar’ên Stêp’anakêrtê û Şûuîyê xemgînîyê pêşda tînin, r’ûê k’îjanada nava binelîyên sîvîlda kuştî hene. T’eşkîltê usa jî daye dîyarkirinê, wekî opêrasîyonên şêr’ berdewam dibin, bo wê yekê jî binelîyên sîvîl gerekê p’arastîbin, lê ne ku bi zanebûn êrîşî wana bikin. “Xebitandina bombên kasêta, anegorî mafê navnet’ew’îyî hûmanîtarî, qedexekirîye û xebitandina wane nava neh’îyên sîvîlda diha gelekî qezîyaye”,-wek’îlê seroketîya Amnesty International -ê Dênîs Krîvoşêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button