Sereke

Bona çi Êrdog’an destê xwe diavêje li vir yan li wir:Lok’magyozyan derheqa armanca serokê t’irkada gotîye

T’irkzan Tîran Lok’magyozan wextê weşana t’evî Spûtnîk Armênîyayê derheqa armancên Êrdog’an û e’lametîyên wîye dawîda gotîye.Bi fikira wî Êrdog’an nêosmanîzmê propaganda dike û dixweze ku statûsa împêratorîya osmanî bide dasekinandinê, bo wê yekê jî destê xwe diavêje li vir yan jî li wir, çimkî h’idûdên dewleta t’irkaye niha ji h’idûdên împêratorîya osmanî tengtirin. R’ojekê pêşda Êrdog’an gotîye,wekî Orşelîm ya t’irkaye û ew nav kirîye çawa bajar’ê împêratorîya osmanî, ji k’îderê “t’irk, hêsir ç’e’vên wanda, dûr k’etine”. “Êrdog’an dixweze wê împêratorîyê bide dasekinandinê, bi wê armancê, ku t’opraxa zeftke.Sûrîya, Îraq, Lîbîya,Libnan û Kavkaz: piştî k’etina li van cîya , Orşelîm û Felestîn jî dik’evine nava h’ewask’arîyên T’irk’îyayê, yên ku we’deda nava împêratorîya Osmanîda bûne.Xwestinên Êrdog’an h’etanî Afrîkayê berfire dibin, t’irkzan gotîye.Bi gotina Lok’magyozyan t’u welatek naxweze T’irk’îyayê bide zeftkirinê, mesele, kaslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêl naxweze heleqetîyn xwe t’evî Êrdog’an xirabke, lê welatên avropîye mayîn jî carina bi e’lametîya pêşda tên û t’enê yazixîyê e’lam dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button