Sereke

Kanadayê dayîna dem û dezgên leşkerîye bona T’irk’îyayê daye sekinandinê

Wezîrê Kanadayêyî k’arên der Fransûa Fîlîp Şampayn e’lam kirîye, wekî Kanada dayîna dem zegên leşkerîye bona T’irk’îyayê daye sekinndinê. Derheqa wê yekêda wezîr mîkrobloga xweye Twittêrêda nivîsîye. Wezîr serda zêde kirîye, wekî Kanada bang dike, ku gavên lez bona sekinanina zordarîyê û p’arastina cime’ta sîvîl tên avîtinê.Sisê cotmehê serekwezîrê Kanadayê jî Cast’în T’ryûdo e’lam kirîye, wek Kanada gerekê bide zelalkirinê ku çawa dem û dezgên leşkerîye ku dide T’irk’îyayê, gihîştine Adirbêcanê. P’êşezana lêk’olîn kiribû,wekî nava p’arç’ên dironên ku Adirbêcan dide xebatê, usa jî yên Kanadayê hene. Dudê cotmehê wezîrê Kanadaêyî k’arên der îdî e’lam kiribû, wekî deranîna sîlih’aye bona T’irk’îyayê, wê bê sekinandinê, heger bê eşkerekirinê ku mafên mêriv tên t’er’ibandinê.Komîsîya data Ermenîye li Kanadayê bangî h’ukumata Kanadayê kiribû, ku agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê gunek’arkin û sîlih’a nedine T’irk’îyayê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button