Sereke

Lavrov hazire r’astî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der bê

Wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov wextê qisa bi têlefonêye t’vî wezîrê Adirbêcanêyî k’arên der Cêyhûn Bayramov îzbat kirîye, wekî ew hazire li Moskvayê, bi t’evbûna h’emsedirên k’oma Mînskê, r’astî wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye k’arên der bê.Anegorî e’lametîya wezîreta R’ûsîyayêye k’arên der, Lavrov girêdayî opêrasîyonên leşkerî û kuştina binelîyên sîvîlr’a, ner’ih’etîya xwe daye dîyarkirinê. Alîyê r’ûsa derheqa pêwîstîya r’êjîma agirbestêda daye dîyarkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî R’ûsîyayê t’evî h’emsedirên k’oma Mînskêye mayîn, alî destpêbûna şuxulk’arîya hevr’axeberdana bike, yên li ser h’îmê prînsîpên h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê. Lavrov îzbat kirîye, wekî ew hazire li Moskvayê, bi t’evbûna h’emsedirên k’oma Mînskê, r’astî wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye k’arên der bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button