Sereke

Tankên dijmine lêxistî û r’eva eskerên wan: dîmenên mêrxasîyêye nû

Berdewka wezîreta p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê fêysbûkêda dîmenên mêrxasîyêye ji opêrasîyonên leşkerî r’aber dike. Vê carê ewê sê dîmen r’aber kirine. “Wextê êrîşa bi sirê, kapîtan Gêg’am Martîrosyan h’alê pêşdahtî r’astî qîmet kirîye û bi profêsîyonalî h’evt tankên dijmin xistine û ew mecbûr kirine, ku tirsîayî paşda vek’işin”,- Stêp’anyanê nivîsîye. Hema wê r’ojê jî, wextê êrîşa dijmin, sêrjant Sahak Mxît’aryan du tank şewitandine. Sêrjant Aşot Yêsayan jî paş nemaye û ewî jî du tank û du h’eb têxnîka mayîn şewitandine. “Agirkirinên nîşangiraye r’ast, t’evlîhevbûn nava dijminda pêşda anîye û ew paşda vek’işîyane”,- Stêp’anyanê nivîsîye. Hema wê r’ojê jî Hayasêr Dallak’yan du tankên dijmin xistine. Bi saya vê yekê jî k’oma tankên dijmin pêşda nehatîye. Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî şeşê cotmehê seh’eta O9:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 223 leşker û 19 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 3154 kuştî û 5000 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button