Sereke

Zohrab Mnasakanyan bi têlefone tevî alîkarê katibê Ştatên Amêrîkayêyî Yekbûyî qise kiriye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan bi têlefonê tevî alîkarê katibê ŞAY Stîvên Bîgan qise kiriye. Fikir dora bûyarên li zona dew-doza Qerebagê hatine pevguhartinê. Mnasakanyanê wezîr elamî Stîvên Bîgan kiriye ku Adrbêcan binelîyên sîvîl dide ber topa û rûyê wê yekêda hin merivên sîvîl hatine kuştinê û zyana matêryalîye mezin gîhandine binelîya. Wezîr guhdarîya Stîvên Bîgan teglîfî li ser wê yekê kiriye, wekî Adrbêcan sîlihên bi kovênsîyayên navnetewî qedexekirî dide xebatê û ew yek berk gunehkar kiriye. Cîgirê katibê ŞAY-î dewletê lez sekinandina agir û hevkarîya tevî welatên hemsedirên koma Mînskê grîng hesab kiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button