Sereke

Dîsa 2OO leşkerên Adirbêcanê hatine kuştinê:li rex baza /imbara/ matêrîyalên ji neftê çêkirî cîhê paresker bûye

Dîsa 2OO leşkerên Adirbêcanê hatine kuştinê.Li rex baza /imbara/ matêrîyalên ji neftê çêkirî cîhê paresker bûye.Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan elam kirîye. “Li rex baza matêrîyalên ji neftê çêkirî ewana leşkera xweyî dikin.Li wir nêzîkî 2OO leşkerî hatine kuştinê.Qîmetê vî leşkerî qet giramek jî nîne”,-Hovhannîsyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Çawa ku me pêşda elam kiribû, îro pareskerên ermenî bi profêsîyonalî baza mezin, ya azêrîya ye matêrîyalên ji neftê çêkirî xistine.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 284 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3754 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 18 helîkoptêr, 128 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 416 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button