Sereke

Endamê partîya kurdaye li Sûrîayê gunehkarkirinên Adrbêcanê, yên hindava Ermenîstanê da, înkar kiriye

Wekîlê partîya kurdaye li Sûrîayê ew gotinên Bekûyê, yên derheqa Yêrêvanê da, ku Ermenîstanê ji Îraqê û Sûrîayê çekdarên kirêkirî anîne û  li Arsaxê didê xebatê, çawa yên nerast hesab kirine.Wextê hevpeywîna tevî RÎA Novostîyê, wekîlê partîya kurdaye Yekîtîya Dêmokratîk Ebdulselam Elî derheqa wê yekê da gotiye. Pêşda qulixdarîya Adrbêcanê, ya mexsûs, elam kiribû ku xeberdanên nava weşanê da qeyd kirine, wextê kîjanê axaftinên kurdên kirêkirî li ser xeta Qerebagê hatine bihîstinê. Anegorî melûmatîyên wê îdarê, Ermenîstan kirêkirîyên ji Îraqê û Sûrîayê dide xebatê. “Eger hûn derheqa kurda da dibêjin, ez bêjim ku bêyî wê yekê jî gelek pirsgirêkên kurda hene, bo çi ew gerekê ben û bo Ermenîstanê şer bikin?”,- ewî gotiye. Bi gotina wî, ev behs wê Tirkîyayê ra dest bidana, “bo ku piştgirîya xwe, ya bo Adrbêcanê, rast bida derxistinê”.

Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên şeşê cotmehê, seheta O9:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 244 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3454 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 126 diron, sê TOS-1, “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 379 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.

29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button