Sereke

Êrdogan îdî hukumî li ser nêrvên Pûtîn dike û ew “xeta sorr’a” derbaz bûye: şiroçîyê tirk

Şiroçîyê tirkî alîyê pirsên Rûsîyayê Kerîm Has fikirên xwe derheqa piştgirîya T’irkîyayêye hindava Adirbêcanêda, ya dijî Arsaxê û anîna têrorîstên ji Sûrîyaêye li Adirbêcanê, raber kirîye.Nava miqala xweda Kerîm Has gotîye, wekî Tirkîya li Qavqasîyayê hukumî li ser nêrvên Pûtîn dike û ew îdî “xetên sorr’a” derbaz bûye. Bi gotina Kerîm Bas Tirkîyayê Qerebag Sûrîyayê, yan jî Lîbyayêra şaş kirîye.”Qerebag zona hukumê Rûsîyayêye û Rûsîyayê îzinê nede Tirkîyayê, ku ew tevî wê pirsêbe. Nenihêrî wê yekê, ku Pûtîn xwe bêdeng kirîye, lê bi rastî sîyasîya wî heye.Pûtîn dikare usa jî bicêribîne ku Paşînyanê ku berê wî alîyê R’ojavayêye, bide li ser “rêya rast”. Êrdogan têrorîst kirine haceta sîyasîya Tirkîyayêye der. Îdî hindik dimîne ku Rûsîya eşkere elamke, wekî Tirkîya Êrdogan ji Sûrîyayê têrorîstên cîhadîst anîne Qerebagê”,- Kerîm Has gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button