Sereke

Ez bang dikim koalîsîyona nû ya navnetewîye dijî têrorîzmê sazkin: serokê Arsaxê

Îro Arsax û Ermenîstan ketine li ser xeta pêşin, ya şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî.Feqet cudatî ew e, wekî dijminê sîvîlîzasîya heyî bin ala welatê endamê Organîzeya Netewên Yekbûyî xweveşartî, derketîye dijî welatê me.Nava dinîya îroyîn da, dema ku meriv nikare tu tiştî veşêre, meriv bi çavên xwe dîtine ku endamên komên cîhadîstaye têrorîst ketine Adirbêcanê. Tiştê veşartinê nîne, wekî hedefa wê tora têrorîstî binelîyên Arsaxê û Ermenîstanê ne, bajar û gundên me ne, mafê jîyîna aza û yazîya me ye. Derheqa wê yekêda serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan nivîsîye.
“Piştgirîya wê torê û serkarîkirina wê, ji alîyê Tirkîyayêda û bi qayîlîya serokatîya Bekûyê tê kirinê. Ev yek bona sazkirina merkezeke têrorîzmêye nû ye li Kavkaza Başûr û Adirbêcanê bona wê armancê didine xebatê. Her tevbûyekî jîyana dinîyayêye sîyasî, dixweze welat be, yan jî Organîzeya Navnetewî be, ez li ser wê fikirê me, wekî encmên bi qezîya dikarin hebin. Ev hemû jî kirinên komên cîhadîstaye li Îraqê û Sûrîyayê bîr tînin. Kirinên hemû welatên dinîyayê hene, bo ku îzinê nedine wê yekê ku Tirkîya Adirbêcanê bike hêlîna têrorîzmêye li Kavkaza Başûr. Ermenîstan û Arsax roja îroyîn li ser xeta şerkarîyêye pêşin in, çimkî bi rûmet ew şerê elamkirî qebûl kirine.Emê heya serkeftina dawî şerkarîyê bikin.Ev yek tenê pirsa Arsaxê û Ermenîstanê nîne.Çawa serokê welatê ku bona serbestîya xwe şerkarîyê dike, ez bangî dinîya sîvîlîzasîyon dikim, ku bi aktîvî tevî vê şerkarîyê be.Sazkirina koalîsîyona dijî têrorîzmê bo roja îroyîn pêwîst e.Ez hêvîdarim ku serkeftin wê ya me be”,-serokê Arsaxê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button