Sereke

Pevketina Êrdogan heye ku têrorîstên nû bona şerê dijî Arsaxê bîne

Anegorî melûmetîyên cesûsîyê, serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogan pevketin tevî rêberê partîya Afganistanêye Îslamî, Gûlbêdîn Hêkmêtyar, dest anîye, ku komên têrorîstaye nû bona şerê dijî Arsaxê bîne.Derheqa wê yekêda berdewkê serokê Arsaxê Vahram Pogosyan fêysbûkêda nivîsîye. “Agnegorî wê kanîya înformasyîon, têrorîstên kirêkrî nava van rojên pêşîyêda wê cîguhastî Adirbêcanêbin.Ev jî tiştekî ber çevaye, wekî seroketîya Tirkîyayê dixweze bi dereca bilind herêmê bike hêlîna têrorîsta”,-Pogosyan nivîsîye û derheqa Hêkmêtyarda daye dîyarkirinê.
Gûlbêdîn Hêkmêtyar çekdarê afgane, yê ku salên 199O-î du cara, bi wedê kurt, qulixa serekwezîrê Afganistanêda bûye. Sala 2OO3-a ew ji alîyê ŞAY-da çawa têrorîst hatîye navkirinê û dikeve nava navnîşa Organîzeya Netewên Yekbûîye reş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button