Sereke

Qerebag û Ermenîstan bona berdaxustina bi awqasîva hazirin, bi çiqasîva Adirbêcan hazir e: Paşînyan

Qerebag û Ermenîstan bona berdaxustina bi awqasîva hazirin, bi çiqasîva Adirbêcan hazir e. Berdewka serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê rûpelê fêysbûkêda nivîsî ye, wekî fikira wî cûreyî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê qisa tevî ajansa AFP-ê, gotîy e.Em bêjin wekî ajansa TASS-ê ew gotina serekwezîr parçekirî raber kirîye û nivîsîye ku Ermenîstan û Arsax wê berbi berdaxustina herin, heger Adirbêcan jî bo wê yekê hazir be. Manê Gêvorgyanê gotîye hevalkarên xweye rojnemevan ku ew xebera serekwezîr ji kontêkstê der, parçekirî, raber nekin. “Helkirina pirsgirêka gerekê li ser bingeha berhevdaxustina bê mîyaserkirinê. Qerebag û Ermenîstan bi awqasîva hazirin bona berdaxustina, bi çiqasîva Adirbêcan bona berduxastina hazire”,-Gêvorgyanê gotina serekwezîre rast, raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button