Sereke

Fêdêrasîya Rûsîyayê pênşnîyar kirîye ku li Moskvayê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der derbazkin

Rûsîya şêwirdarîya tevî wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der derbaz dike, bona ku li Moskvayê hevdîtin bê teşkîlkirinê.Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya çawa bi dereca miletîyê, usa jî bi formata koma Mînskê cedandinên navçîgarîyê berdewam dike, bona ku li zona dew û doza Qerebagê opêrasîyonên leşkerî bêne sekinandinê û hevraxeberdan destpêbin. “Sixêmayên cuda tên hazirkirinê, nava kîjanada usa jî ji alîyê meda hatîye pêşnîyarkirinê, ku bi tevbûna hemsedirên koma Mînskê li Moskvayê rasthatina wezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der bê teşkîlkirinê.Bona wedê wê rasthatinê şêwirdarî tên derbazkirinê”,-Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button