Sereke

Li ser xeta pêşin şer bi du alîyava destpê bûye: eskerê parastinê

Eskerê parastina Arsaxê elam kirîye, niha li alîyê bakûr û başûr opêrasîyon careke mayîn destpê bûne. “P’arskerên parastinê hal bin kontrolêda xweyî dikin û bi gavên xwe hukumî li ser aktîvîya dijmin dikin”,- rûpelê fêysbûkêda hatîye dîyarkirinê.Şeva derbazbûyî li zona dew û dozê hal sert û qewîn bûye.Li parên cuda agirkirin û topbarandin berdewam bûne.Şev usa jî Stêpanakêrta paytext topbaran kirine.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên hevtê cotmehê, seheta 16:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 324 leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 3754 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 18 helîkoptêr, 128 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 416 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button