Sereke

Rûê topbarankirina Şûşîyêda sê rojnemevan birîndar bûne: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Rûê topbarankirina Şûşîyêda sê rojnemevan birîndar bûne.Derheqa wê yekêda pêrêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan elam dike. Hema hêja Adirbêcanê cara duda dêra ermenîye li Şûşîyê xist.Sê rojnemevan birîndar bûne,wana encamên topbarankirinê dikişandin”,-Bêglaryan Twittereda nivîsîye.Ewî gotîye, ev yek topbarankirina bi zanebûn bû, çimkî bi dironê wana ew yek didît.Berpirsîyarê teşkîleta bi navê “Merkeza înformasîyon û lêkolînê” Hovhannês Movsîsyan jî rûpelê xweyî fêysbûkêda daye dîyarkirinê, wekî halê rojnemevanekî gelekî girane. Anegorî înformasîyayên stendî, rojnemevanê rûs emelyet dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button