Sereke

AFP: Ermenîstan û Adirbêcan dikarin agirbestê, girêdayî pirsa Qerebagêra êvara nehê cotmehê yan dehê cotmehê morkin

Ermenîstan û Adirbêcan dikarin agirbestê, girêdayî pirsa Qerebagêra êvara nehê cotmehê yan dehê cotmehê morkin,Agence France-Press e’lam dike.«Em têra dibînin ku îro êvarê yan sibê bona gihîştina agirbestê, qirarê qebûlkitn, lê ew yek hela hê bi hêvîdarî nîne”,- li palata Yêlîsêyê elamî ajansa RÎA Novostîyê kirine.Bi radîgandina ajansê, pêncşemê û siba înîyê, piştî çûyîna wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên dere li Moskvayê, Makron bi têlefonê tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlahm Elîêv xeberdaye. Xeberdanên serokê Fransîyayêye tevî serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê bi fermî nehatine belakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button